Pasdarên Îranê: Heşda Şeibî diçe Sûriyê

Fermandarê artêşa Pasdarên Îranê Mihemed Elî Cafer ragihand, piştî kontrolkirina Mûsilê, çekdarên Heşda Şeibî dicine Sûriyê û pêwîstiya Iraq piştevaniya leşkerî ya Îranê tune ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê artêşa Pasdarên Îranê Mihemed Elî Cafer ragihand, piştî kontrolkirina Mûsilê, çekdarên Heşda Şeibî dicine Sûriyê û pêwîstiya Iraq piştevaniya leşkerî ya Îranê tune ye.

Wî fermandarê artêşa Pasdarên Îranê di çarçoveya gotarekê de ku li Fîstîvala Malik Aşter pêşkêş kir.

Herwiha caferî got: “Pêwîstiya cîhana îslamî bi piştevanî û alîkariya hev hene, şandina çekdarên Heşda Şeibî jî di vê çarçovê de ye.”

Caferî red kir ku, Îranê destêwerdan di proseya leşkerî ya Mûsilê û operesyona wî bajarî de kiribe û di wê derbarê de got: “Ti hêzeke leşkerî ya Îranî li Mûsilê tune ye, tenê dibe ku hejmareke diyarkirî ji şêwirmendên me li navçeyê hebin, ji ber ku şoreşgerên Iraqê û hêza Heşda Şeibî pêwîstiya wan bi hêzeke Îranî tune ye.”