Li Tirkiyê roja mamosteyan tê pîrozkirin

Li Tirkiyê 24'ê Mijdarê wek roja mamosteyan tê pîrozkirin
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê 24'ê Mijdarê wek roja mamosteyan tê pîrozkirin. Li aliyekî gelek mamoste vê rojê bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Lê li aliyekî jî gelek mamoste ji ber ku, ji kar hatine dûrxistin di vê rojê de dilşikestî ne û bi xemgînî pêşwaziya vê rojê dikin.

Li Bakûrê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê roja mamosteyan 24'ê Mijdarê wek roja mamosteyan tê pêjirandin. Di vê rojê de ji bo mamosteyan şahî têne lidarxistin. Li gel vê tabloyê mamosteyên ku bi vê rojê keyfxweş nabin jî hene. Ji berk u bi hezaran mamoste ji kare xwe hatine dûrxistin ev roj ji wan re bê wate dibe. Rêvebera Sendîqeya Perwerdeyê Havva Qiran amaje dike di vê rojê de gelek mamoste bi awayeke dilşikestî li benda vegera karê xwe ne.

Rêvebera Sendîqeya Perwerdeyê(EgîtîmSen) Havva Qiran wiha got:"Psîkolojiya gelek mamosteyan xirab e û ew diçin psîkologan tedawî dibin. Li aliyekî jî ew nikarin kirê ya xaniyên xwe bidin. Nikarin mesrefê li zarokên xwe bikin. Ji ber vê yekê din ava trajediyeke mezin de ne."

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê gelek mamoste bi biryarnameyên hikmê qanûnê de ji karê xwe hatin dûrxistin û beşek ji wan jî hatin îxraç kirin. Ji ber vê yekê mamoste amaje dikin ku 24'ê Mijdarê de ji dêvla ku ew li gel xwendakarên xwe bin ew li benda cîbicîkirina dadê ne. Mamosteyê ku ji kar hatî dûrxistin Fesîh Zîrek dibêje ku ew herî gelek bêriya ronahiya çavên xwendekarên xwe dike.

Mamosteyê ku ji kar hatî dûrxistin Fesîh Zîrek wiha axifî:

"Mamostetî jiyan e, mamostetî afirandina jiyaneke azad e, mamostetî afirandina welatekî azad e . Ez herî gelek bêriya roniya çavên xwendekarên xwe dikim."

Bi biryarnameyên hikmê qanunê de li ji 10 hezarî zêdetir mamoste ji kar hatibûn dûrxistin û di encamê de jî nêzîkî 800 mamoste jî ji mamostetiyê hatibûn îxraç kirin.