Tirkiyê li Dêrsimê dest bi operasyoneke berfireh kir
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên asimanî yên Tirkiyê li bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê operasyonek berifreh pêk tînin.
Li bajarê Dêrsimê navçeyên Pilûr û Çemîşkezekê hêzên leşkerî yên Tirkiyê him ji bejahî him jî ji asimanê ve operasyonek berfireh pêk tînin û bingehên zivistanî yên PKKê bombebaran dikin.
Di operasyonê de hejmarek zêde leşker û firok cih digirin û heta niha derbarê encamên operasyonê de ti zanyarî nehatine belav kirin.