Li Diyarbekirê efserekî Tirk û 4 gerîlayên PKK hat kuştin

Piştî ragehandina qedexeya derve li 9 gundên navçeya Licê, Artêşa Tirk operasyonek berfireh li herêm da destpêkirin.

K24-Navena Nûçeyan

Li Diyarbekirê navçeya Licê di şer û pevçûnên navberê Artêşa Tirk û gerîlayên PKK'ê de efserekî hat kuştin. Hat îdîakirin, di operasyonê de 4 gerîlayên PKK jî canê xwe ji dest dane.

Piştî ragehandina qedexeya derve li 9 gundên navçeya Licê, Artêşa Tirk operasyonek berfireh li herêm da destpêkirin.

Parêzgariya Diyaberbekirê ragehand, balefirên şer li bejahiya Licê baregehê PKK'ê bombebaran kir û di encamê lêgerînan de 4 termên gerîlayên PKK'ê tevî çek û teqemeniyan hatine dîtin.

Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin, li herêmê operasyon berdewam dike û di pevçûnan de efserekî tirk jî hatiye kuştin.