Li Hesekê tevî rewşa ewlehiyê çalakî li dar dikevin

Li bajarê Hesekê şevbihêrkek ji hêla navenda Mîtra ya mûzîkê lidar ket, tê de hin stranên filiklorî hatin pêşkêşkirin. Herwiha di heman şevbihêrkê de hin tabloyên şêwekar Ekremê Zavê û hin helbest jî hatin pêşkêşkirin. Berpirsên navendê diyar dikin ku, pêwîstî bi çalakiyên wiha heye, nemaze di vê rewşa ku bajarê Hesekê tê re derbas dibe.
kurdistan24.net

K24 – Heseke

Ji aliyekî din ve, li navenda Biratî ya civaka sivîl semînarek bi helketa roja cîhanî ya dijatiya tundûtûjiya li dijî jinê lidar ket, kesên beşdar diyar dikin ku, mafê jinê di gelek waran de wenda ye, lê ji destpêka krîza Sûriyê ve jin gihişt hin ji mafên xwe.

Çalakiyên bajarê Hesekê tenê li sê taxan li dar dikevin, taxa Tilhecer, Salihiyê û Miftî, ku bi piraniya xwe xelkên Kurd in. Herwiha rêjeya çalakiyan bi tevahî li Hesekê kêm bûne, ew jî bi sedema koçberiyê û rewşa ewlehî ya ku bajêr tê re derbas dibe û teqînên ku lê rû didin.