Li diyarbekirê Tahîr Elçî bibîr tê

Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî, di salvera yekemîn a kuştina wî de dê sibe 28 Mijdarê were bibîr anîn.

K24 – Diyarbekir

Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî, di salvera yekemîn a kuştina wî de dê sibe 28 Mijdarê were bibîranîn.

Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî, 28’ê Mijdara 2015’an, li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, li ber Minareya Çarling, ji aliyê kesekî nasname nehatî diyarkirin ve hatibû kuştin. Ji bo bîranîna Elçî, dê li Diyarbekir û Stenbolê rêzeçalakî werin kirin.

Çalakiya pêşîn bi serpereştiya Baroya Diyarbekirê, dê sibê di demjimêr 10:53’an  de li ber Mînareya Çarling were kirin. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, malbata wî, nûnerên saziyên sivîl û welatî dê beşdarî merasîmê bibin.

Di demjimêr 14:00’an de jî dê serdana gora Elçî were kirin. Pêşangeha Elçî jî dê li Eywana Pêşangehê ya Sumerparkê were vekirin. di demjimêr 19:30’an de jî dê li Navenda Çandê ya Cegerxwînî belgefilma Elçî were nîşandan û dê ji bo Elçî dengbêj stranan bistirên.

Tahîr Elçî, li dijî şer derdiket û digot şer wekî ku zirarê dide mirovahiyê zirarê dide mîrateyên mirovahiyê jî. Kiryarê kuştina Tahîr Elçî hin jî nehatiye zelal kirin.