Di pêşangeha Stenbolê de giyayên xemlandinê yên jîngehê

Ev dara ku dirêjahiya wê 3 metre ye û mîna bi fîgurê şêr tê dîtin hezar û 800 kîlo ye û di salekê de hatiye çêkirin.
kurdistan24.net

K24-Stenbol

8'emîn fuara peyzaj û nebatê ya herî mezin a Avrasyayê li Stenbolê bi rê ve çû. Bi beşdariya 285 kompanyayên navneteweyî danasîna bi hezaran berhemên nebatê yên giranbiha ku zêdetir bo welatên Rojhilata Navîn tên firotin hatin kirin. Berpirsên kompanyayan ragihandin ku ji ber qeyrana siyasî û aborî îsal ji bo fuarê li gor salên berê eleqeyeke zêde nehat nîşandan.

Nebatên xemilandinê yên jîngehê di fuara peyzaj û nebatê ya navneteweyî ya li Stenbolê de hatin nîşandan. Darên ku temênê wan hezar salî jî di vê fuarê dê hatin amadekirin. Di fuarê de dara herî temendirêj dara zeytûnê ya bonsaî bû ku hezar û 600 salî ye, bêav û bêtav heta 7 sal narize. Darên ku ji welatên derva hatine çêkirin jî bo beşdaran hatin nîşandan.

Berpirsê Firoşkarê Nebatê wiha got: "Ev dara çamê ya bonsaî ye û 120 salî ye. Ji Japonyayê hat şandin. Gelek şaxên wê hene ev nebata demsala zivistanê ye. Bihaya vê nebatê nêzî 20 hezar dolar e."

Berhemên vir Kurdistan, Qatar, Kuveyt di serî de zêdetir ji welatên Rojhilata Navîn re tên firotin.

Firoşkarê Nebatê Ersîn Avcı wiha axifî: "Em bo Hewlêr, Bexda, û welatên din ên Ereban hinardeyê dikin lê îsal ji ber krîzên navxweyî yên siyasî û aborî karê me îsal zêde nebaş e hejmara beşdaran li gor salên borî, îsal hinek daketiye."

"Bexçeyeke min biçûk heye ji bo vê ez têm çend gul û nebatên din min standin . Ez her sal têm vir û bihayên berheman jî ne zêde ye bi dilê min e."

11'emîn Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul bi ligel hevsera xwe Hayrunnîsa Gul hat fuarê. Nebatên di fuarê de bala malbata Gul kişand.

Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul wiha got:

"Fuareke gelek xweş e. Bi rastî jî, fuareke bêhempa û nûwaze ye ez wan kesan pîroz dikim ku keda wan di vê fuarê de hene."

Li gor her demsalê bi hezaran curên nebatê di fuarê de hene. Ev dara ku dirêjahiya wê 3 metre ye û mîna bi fîgurê şêr tê dîtin hezar û 800 kîlo ye û di salekê de hatiye çêkirin.