Kompaniyeke Almanî çekan nafiroşe Tirkiyê

Piştî biryara Parlamentoya Nemsayê ya nefirotina çekan bo Tirkiyê, kompaniyek Almanî jî biryarek wiha da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî biryara Parlamentoya Nemsayê ya nefirotina çekan bo Tirkiyê, kompaniyek Almanî jî biryarek wiha da.

Li gorî medyaya Almanî, hin rayedarên kompaniya (Heckler end Koch) dan xuyakirin, rêveberiya kompaniyê biryar da ku ji vir û pê ve tenê çekan bifiroşe welatên endamên NATO û yên demokratîk û bê gendelî.

Li gorî pîvanên kompaniya çekan, Erebistana Siûdî, Brezîlya û Hîndistan derveyî lîstê dimînin û Tirkiye jî di lîsta zer de cih girtiye, ku ev yek tê wateya ku kompanî naxwaze çekan bifiroşe.

Rayedaran dan xuyakirin, ev biryar gor daxwaza hikûmeta Almanyayê hatiye dayîn.