Yûsif: Cedan Elî bê fermana dadgehê hatiye girtin

Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê dibêje, hin kes hene dixwazin tevlîheviyê di navbera ENKS û PYDê cê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê dibêje, hin kes hene dixwazin tevlîheviyê di navbera ENKS û PYDê cê bikin.

Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Fêsel Yûsif, derbarê girtina Nûnerê wê tevgerê li Herêma kurdistanê Cedan Elî ku li bajarê Dêrikê ji aliyê Asayişa Rojava ve hate binçavkirin ji K24ê re diyar kir, bêyî ti fermaneke yasayî ji dadgehê, Asayişa Rojava Cedan Elî girtin û çarenivîsa wî ta niha ne diyar e.

Fêsel Yûsif da zanîn ku, hin kes hene dixwazin tevlîheviyê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de çê bikin.

Herweha Yûsif dibêje ku, girtina endam û serkirdeyên ENKSê dibe navnîşaneke gelekî xerab di navbera ENKSê û PYDê de.

Nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurd li Herêma Kurdistanê Cedan Elî ku bi serdanekê çûbû Rojavayê Kurdistanê, şeva borî li bajarê Dêrikê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate girtin.