Fransa derbarê rewşa Helebê daxwaz civîna asayîşê kir

NY di dawî amarên xwe de ragehand ku, di heyama heftiyekê de 16e hezar kes ji Helebê koçber bûne.

 K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Marc Ayrault derbarê rewşa bajarê Helebê ya Sûriyê daxwaza ji Asayîşa Navdewletî kir ku, civîneke bilez were lidarxistin.

Derbarê wê civînê  Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Marc Ayrault di daxuyaniyekê de wiha got:"Em ji hemû demên borî pihtir hewcene ku, dawî bi şerûpevçûnan were û alîkariyên mirovî derbasî navçeyên dûrpêçkirî bibin."

Ji aliyê xwe Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby di kongreyeke rojnamevanî de ragehandibû ku, hemû kiryarên Esed derheqê welatiyên sivîl de Rûsya berpirisyarê wê ye, di nav de jî ew zirarên ku, giheştine jêrxaneya bajêr di nav de nexweşxaneyên di nav û derveyî bajarê Helebê.

Herwiha NY di dawî amarên xwe de ragehand ku, di heyama heftiyekê de 16e hezar kes ji Helebê koçberbûne.