Mîranî: Bi hemû aliyan re projeyekê amade dikin

Sekreterê Polîtbîroya Pariya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê şanda PDKê Fazil Mîranî aşkere kir, ti projeya wan ya yekalî tune ye, ew dixwazin ligel hemû aliyan projeyeke hevbeş amade bikin. ew aliyên ligel PDKê civiyane hêvîdar in ew destpêşxeriya PDKê bibe projeyek bi dilê hemû aliyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Polîtbîroya Pariya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokê şanda PDKê Fazil Mîranî aşkere kir, ti projeya wan ya yekalî tune ye, ew dixwazin ligel hemû aliyan projeyeke hevbeş amade bikin. ew aliyên ligel PDKê civiyane hêvîdar in ew destpêşxeriya PDKê bibe projeyek bi dilê hemû aliyan.

Şanda PDKê bi Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî li Hewlêrê ligel Sekreterê Partiya Komûnîst a Kurdistanê Kawa Mehmûd re hevdîtinek pêkanî. Mîranî got jî: “Em dixwazin projeyên hemû aliyan bizanin da ku bikarin projeyekî piralî amade bikin.”

Piştî peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê çareserkirina pisgirêkên Herêma Kurdistanê de, ji duh dest bi hevdîtin û danûstandinên ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.