Tahîr Elçî li Stenbolê hat bibîranîn

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî yê ku beriya salekê li navçeya Sûr a Diyarbekirê bi êrîşeke bi çek canê xwe ji dest daye, li Stenbolê ji aliyê hevkarên wî ve hat bibîranîn. Parêzeran bi rêya daxuyaniyekê xwestin ku di zûtirîn dem de ev kuştin were zelal kirin.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî yê ku beriya salekê li navçeya Sûr a Diyarbekirê bi êrîşeke bi çek canê xwe ji dest daye, li Stenbolê ji aliyê hevkarên wî ve hat bibîranîn. Parêzeran bi rêya daxuyaniyekê xwestin ku di zûtirîn dem de ev kuştin were zelal kirin.

Tahîr Elçî beriya salekê li Navçeya Sûr a Diyarbekirê li pêş minareya Çarling, ji bo şer û pevçûnên navbera dewlet û PKKê de bên rawestandin, ji bo çapameniyê daxuyaniyek dabû û ber bi daxuyaniyê re ji aliyê hin kesên ne diyar ve rastî guleyan hatibû.

Elçî li wê qadê jiyana xwe ji dest dabû. Di salvegera kuştina wî de li Bakirkoya navçeya Stenbolê jî ji bo Elçî bîranînek hat lidarxistin. Parêzeran, li pêş Dadgeha Bakirkoyê kuştina Tahîr Elçî şermezar kirin û di civînê de diyar kirin ku, Elçî canê xwe bi têkoşîna li dijî kuştinên kujer nediyar û kuştinên bê dadwerî borandiye.

Parêzerekî got: “Tahîr Elçî, parêzerê mafê mirovan û yê ku hertim ji bo welatek û civakeke aştiyane têkoşiyayî; ji aliyê bangêrên şer ve hat kuştin. Divê zûtirîn dem de kujerên wî werin tespît kirin û li dadgehê werin darizandin.”

Parêzerên ku beşdarî vê bîranînê bûne jî xwestin ku di zûtirîn dem de kujerên wî werin tespît kirin û ev mijar were zelal kirin.

Parêzer Sînan Zîncîr ji K24ê re got:“ Di ser kuştina wî re salek derbas bû. Di gel ku delîlên wî li hole ne, lê dîsa jî kujerên wî hê ne hatine dîtin. Divê ev kuştin wekî kuştineke kujer nediyar ne mîne. Em li bendê ne ku di zûtirîn dem de ev kuştin were zelal kirin.”

Piştre jî parêzeran pêşiya wêneyê hevkarê xwe Tahîr Elçî bi qerenfîlan xemilandin.