Tirkiyê girtina du leşkerên xwe ji aliyê DAIŞê ve piştrast kir

Berî niha jî û di 30 Îlona 2015ê de DAIŞê leşkerekî din ê Tirkiyê revandibû û heta niha jî girtiye.

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê girtina ku 2 leşkerên xwe  nêzîkî bajarê Babê yê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve piştrast kir.

Derbarê vê yekê Artêşa Tirkiyê berî niha ragehandibû ku, têkiliyên wê bi du leşkerên wê re li nêzîkî bajarokê Babê qûtbûne.

Li gor ajansa Amaq a ser bi DAIŞê ve tekez kir ku, 2 leşkerên Tirkiyê li gundekî bajarê Babê yê Sûriyê bi ketine destê wan.Artêşa Tirkiyê jî ew yeke piştrast kir. Li gorî agahiyên artêşa Tirkiyê, ew du serbaz derdora 15:30 wenda bûbûn.

Ji aliyê xwe ve Ajansa Sputink a Rûs jî bûyer piştrast kiri û ragihand ku, çekdarên DAIŞê ew leşkerên Tirkiyê birine bajarê Reqayê.

Berî niha jî û di 30 Îlona 2015ê de DAIŞê leşkerekî din ê Tirkiyê revandibû û heta niha jî girtiye.