HDP û CHP girtinên siyasî û Rewşa Awarte dinirxînin

CHP, ji bo ku sepanên Rewşa Awarte bi dawî bibin û dawî li girtin û binçavkirinan bê, wê di 3ê berfanbara 2016yan de dest bi mitîngên berfireh bike û wê çend bajarên mezin ên Tirkiyê rêze mitîngan li dar bixe.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Ji Tîrmeha 2015yan ve heta niha di navbeyna artêşa Tirkiyê û gerilayên PKKê de şer û pevçûn berdewam dikin. Tevî vê yekê jî Rewşa Awarte û girtina siyasiyan li Tirkiyê didome. Gelo ji bo çareseriya kêşeyên bingehîn ên siyasî HDP û CHP çi pêşniyaran dikin.

Ligel ku şer, niha li bakurê Kurdistanê berdewam e sepanên Rewşa Awarte, girtin û binçavkirina sîyasetmedarên Kurd jî didome. Li gorî parlamenterên CHP û HDPê Rewşa Awarte li Tirkiyê di warê mafrên mirovan de rê li ber rûdanên neyînî vedike. Di heman demê de aboriya Tirkiyê berjêr diçe û bi polîtîkayên çewt ên deshilatê her diçe civaka Tirkiyê ji hev dûr dikeve û zor li pergala takekesiyê tê kirin. Li gorî Parlementerê CHPê yê Enqerê Murat Emîr ji ber sedema polîtîkaya AK Partiyê ya derve têkîliya Tirkiyê ya biş welatên navdewletî re têkçûye û qeyraneke aboriyê rûdaye, loma divê pêşî li vê rûdana neyînî bê girtin.

Parlementerê CHPê Murat Emîr wiha got:"Niha hûn dibînin ku bi destê deshilatê hemû dam û dezgehên civakî yên muxalîf hatine girtin, çapemenî hatiye bêdengkirin. Bi van kiryaran pergala yekmirovî tê karîgerkirin. Li hemberî van kêşeyan, çareseriya mayînde ew e ku hemû sazî û partiyên muxalîf bibin yek û li hemberî kiryarên deshilatê bikevin nava liv û tevgerên demokratik."

Parlementerê HDPê Ahmet Yildirim jî amaje kir ku niha tevî hevserokan bi dehan parlementerên wan girtî ne. Ji bo 35 şaredariyên DBPê jî qeyum hatiye tayînkirin û bi hezaran sîyasetmedarên Kurd di girtîgehan de ne. Yildirim dibêje ku hikûmet naxwaze kêşeya Kurd çareser bibe, dixwaze Kurdan bi temamî tasfiye bike.

Parlementerê HDPê Ahmet Yildirim wiha axifî:

"Êdî Kurd xwedî rêxistin e. Ne ku li Tirkiyê kêşeya Kurdan bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike; êdî li Rojhilata Navîn bê Kurdan hesabên dîrokî nayên kirin. Kurd jî êdî xwedî hêz e û xwedî xwebawer e. Ew kesên ku dixwazin polîtîkayên îmhayê berdewam bikin, -di dilê me de jî derbas nabe- lê belê dê Tirkiye parçe parçe bibe. Em ê jî heta ku ji destê me bê hewl bidin ku bi rê û rêbazeke demokratîk meseleyan çareser bikin di nava sînorên Tirkiyê de."

Herwiha CHP, ji bo ku sepanên Rewşa Awarte bi dawî bibin û dawî li girtin û binçavkirinan bê, wê di 3ê berfanbara 2016yan de dest bi mitîngên berfireh bike û wê çend bajarên mezin ên Tirkiyê rêze mitîngan li dar bixe. Di heman demê de HDP jî wê hem li parlamentoyê hem jî bi civînên bi gel re wê helwesta xwe ya li dijî Rewşa Awarte û girtina şaredar û parlamenteran nîşan bide.