Israîl Rojavayê Şamê bombebaran kir

Navçeya Sebûre li rojavayê Şamê.

K24-Navenda Nûçeyan

Firokeyên Artêşa Israîlê bi roketena navçeya Sebûra li rojavayê Şamê paytexta Sûriyê, di encam de ti ziyan li pişt xwe nihêlan.

Derbarê wê yekê ajansa Sûri ya nûçeyan SANA ragehand ku, firokeyên Artêşa Israîlê bi roketena navçeya Sebûra li rojavayê Şamê paytexta Sûriyê, di encam de ti ziyan li pişt xwe nihêlan.

Li gor malpera Times Of a Israîlî ragehandî firokeyên Israîlê karewanekî çekên Hizbûlaha Libnanî kiribû armanc, ji aliyeke din hin medyayên din ên Israîlê tekez kirin ku, êrîş li ser navendên leşkerî yên rejîma Sûriyê bû.

Li gor ajansa Sana ew êrîş derengiya şeva borî saet 1:15 xulek hatibû pêkanîn.Berî niha jî çend caran Artêşa Israîlê çekdarên Hizbulah li Sûriyê kiribûn armanc.