Kremlin bersivê ji bo axaftina Erdogan dixwaze

Kremlin derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê yên derbarê rûxandina rêjîma Esed de, bersivê dixwaze.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kremlin derbarê daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê yên derbarê rûxandina rêjîma Esed de, bersivê dixwaze.

Berdevkê Kremlinê Dîmîtrî Peskov diyar kir, ku “daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Erdogan li ser rûxandina rejîma Esed, ne li gor rêkeftinên di navbeyna Rûsya û Tirkiyê de ne. Ji bo vê axaftinê li hêviya bersîvekê ji Tirkiyê ne”.

Di heman demê de Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di konferansa xwe rojnamevanî ya hefteyî de rexne li helwesta Tirkiyê girt. Zaxarova got:“Di rêkeftina çareseriya pirsa Sûriyê derveyî şer û têkildariya leşkerî de îmzeya Tirkiye jî heye.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Stanbolê gotibû: “Çavên me ne li ser axa Sûriyê ye, armanca me tenê hilweşandina rejîma Esed a zordest e.”

Arteşa Tirkiyê di 24ê Tebaxê de sînorê Sûriyê derbas û ket Suriyê bajarê Cerablûsê û operasyonek leşkerî bi navê operesyona Mertala Feratê da destpêkirin.