Sedema agirê Edeneyê aşkere bû

Rapora şewata beşa navxweyî ya xwendekarên Edeneyê hat aşkerakirin. Di raporê de tê destnîşankirin, sedema piraniya mirinan nevebûna deriyê derenceya yêdek ya şewatê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rapora şewata beşa navxweyî ya xwendekarên Edeneyê hat aşkerakirin. Di raporê de tê destnîşankirin, sedema piraniya mirinan nevebûna deriyê derenceya yêdek ya şewatê ye.

Piştî şewata beşa navxweyî ya Edeneyê ku 11 jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dabûn, rapora zanistî hat aşkerakirin.

Di rapora pisporê şewatê de tê desnîşankirin, deriyê derenceya yêdek plastîkî bûye, destik nebûn û ji ber vê derî nehatiye vekirin.

Pisporê elektrîkê jî di rapora xwe de destnîşan kir, şewat ji kevnbûna sîrket û sîstema elektrîkê derketiye.

Li bajarê Edeneyê navçeya Aladagê şeva 29 Mijdarê agir li wargeha xwendekarên keçik ket. Li gor ragihandina Parêzgerê Edeneyê Mahmut Demîrtaş 12 kes canê xwe ji dest dane û 22 kes jî birîndar bûn.