Li Stenbolê pêşangeha lîstik û yariyên herî nû hat vekirin

Tê pêşbînîkirin fuara ku ji 40 dewletan 200 kompanî bi berhemên xwe beşdarî tê de kirine, ji aliyê 20 hezar kesan ve were ziyaretkirin.
kurdistan24.net

K24- Stenbol

Li cîhanê sektora lîstik û pêlistokan ku her ku diçe mezintir dibe, li Stenbolê bi rêya fuarekê berhemên xwe yên nû ji bo mereqdarên lîstokan pêşkêşkir. Ji 40 dewletan 200 kompanî ji bo bala gêncan bikêşin ser lîstok û pêlistokên xwe ketin pêşbaziyê. Bi milyonan lîstok û pêlistokên trend yên ji hev balkêştir di fuarê de hatin nîşandan.

Di demên berê de gava ku ji bo zarokan qala kêf û şahiyê dihate kirin lîstok û pêlistokên li kuçeyan dihatin bîra mirovan. Piştre jî bo lîstinê park hatin çêkirin; anku Lunapark. Herwiha li gor daxwazên zarokan sektoreke lîstokan û pêlistokan jî peyda bû. Bihayê vê sektorê îro gihîştiye milyar dolaran.

Ev sektora ku her ku diçe mezintir dibe, li Stenbolê bi rêya fuarekê; lîstokên herî nû û yên ji hev cûda ji bo mereqdarên lîstok û pêlistokan pêşkêşkir.

Fuara lîstok û bezmê ya ku wekî yekemîn fuara kêfûşahî, çalakî, park û rekreasyonê anku ji nûve sazkirinê ya Tirkiyê tê zanîn, bi her awayî gelekî rengîn bû.

"Sektora kêf, lîstok û pêlîstokan gelekî mezin dibe. Li Tirkiyê bihayê vê sektorê îro gihiştiye 13 milyar dolaran. Dema teknolojî pêşde diçe sektor jî bi berhemên nû xwe digehîne zarokan. Wekî hûn jî dibînin li vir bi milyonan berhem hene."

Di Fuarê de ku îsal pêncemîn care deriyên xwe ji bo bîneran vedike; bi taybetî parkên lîstinê yên ku ji bo bihêz xistina masûlkeyên zarokan, dîwarên ji bo hilkişînê, baysîkil, parkên sergûzeştê û amûrên sporê yên li parkan tên bikaranîn cî girtin.

Berpirsê Parkûrê Murat Şen wiha got:"Ev sektor li Tirkiyê sektoreke nû ye. Me ev parkûr ji Ewropa anî. Me lîstîk û rahênanên bi vî rengî tenê li leşkeriyê dikirin. Wek minak parkûr û merheleyên bi zehmet tê de hene."

Di fuara ku zarokên ji 13 salî biçûtir nedikarîn beşdar bibin de, gêncan bi dilê xwe kêfa xwe kirin.

"Ev lîstik gelekî bi kelecan e. Dema mirov li banî disekine adrenalîna mirov zêde dibe lê heger mirov bilez xwe bavêje tiştek nabe. Fûar xweşe û lîstok jî gelekî bi kêf in."

Tê pêşbînîkirin fuara ku ji 40 dewletan 200 kompanî bi berhemên xwe beşdarî tê de kirine, ji aliyê 20 hezar kesan ve were ziyaretkirin.