Li Bakur barîna berfê rêya hezaran gund girt
K24-Navenda Nûçeyan
Li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê barîna berfa zêde rêya hezaran gundan girt.
Li bakurê Kurdistanê bajarê Qers û Mûşê riya nêzikê 1000 gundan ji ber barîna awarte ya berfê hate girtin. Herwiha ji ber rewşa awarte ya hewayê gelek caran rûdanên hatûçoyê derketin holê û zirarên maddî çêbûn.
Li bajarê Agiriyê jî barîna berfa zêde rêya zêdetirî 500 gundan girt. Pisporên keş û hewayê hişyar dikin ku, dê rojên pêş de jî rewşa awarte û dijwar ya hewayê berdewam bike. Pêwîst e welatî bergiriyên xwe werbigirin.