Li ser payama veşartî di navbera Sykes-Pîcot de dîdarek

100 sal berê dewletên Îngilîstan û Fransa bi peymaneke weşartî çarenûsa gel û rêgezên Rojhilata Navîn li gor berjemendiyên xwe avakirin.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Li peytexta Tirkiyê Enqerê sempozyomek ji aliyê Zankoya Yildirim Bayezîd ve li ser peymana veşartî ya bi navê Sykes-Pîcot hate sazkirin. Di sempozyomê de li ser xêzkirina sînoran û nexweşiyên welatên li Rojhilata Navîn hate rawestîn.

100 sal berê rewş û nexşeya Rojhilata Navîn bi peywanên veşartî yên weke Sykes-Pîcot ve hate dîyarkirin û rêgezên weke neteweyî, bawerî û gelan li ber çavan ne hat dîtin û li gorî berjewendiyên dewletên gerdûnî hatin eşkerekirin. Ji ber wan sedeman ev 100 sal in li Rojhilata Navîn şer, xwîn û alozî kêm nebû, keşeyên neteweyî, bawerî û sînorî hertim hate jiyîn û ber bi zêdebûnê ve çû. Di serî de li Irak, Sûriyê û li dewletên Rojhilata Navîn şerên dijwar derketin û ev şer hê jî didomin.

Li Zankoya Yildirim Bayezîd li ser vê peymana veşartî ya Sykes-Pîcot sempozyomek hate sazkirin. Pispor û akademîsyenên ku beşdarî sempozyomê bûn ragihandin ku ji bo dawîkirina şer û rewşeke asayî, divê hemû rêgezên netewî, bawerî û dîrokî bi çareseriyeke aştiyane bên pejirandin û tu rêgez neyê vederkirin. Serokê Enstitûya Têkiliyên Navnetewî û Lêkolînên Stratejîk ya Zankoya Yildirim Bayezîd Mustafa Sitki Bîlgîn ragihand ku di peymana Sykes-Pîcot de dînamîk û rêgezên herêmî li ber çav ne hatine dîtin, loma jî ji Rojhilata Navîn şer kêm nebûye.

Mamosteyê Zankoya Yildirim Bayezîd Prof. Dr. Mustafa Sitki Bîlgîn wiha got:"Li herêmê rêgezên bawerî hatine perçekirin û hêla sîyaset û dîrokê ya Rojilata Navîn li gor hêzên gerdunî hatiye diyarkirin. Ji ber wan sedeman li herêmê heta niha rewşeke aramî pêk nehatiye û ev her diçe tevlîhev dibe. Çareseriya vê kêşeyê ew e ku hemû gel û nirxên herêmê neyên vederkirin û dive bi taybetiyên xwe ve bên pejirandin."

Serokê Beşa Dîrokê Haci Mustafa Eravci jî bal kişande ser sînor û nexşeyên çêkirî û da zanîn ku çareserî encax bi vîzyoneke nû ku di heman demê de hevkariya hêzên herêmê jî dihûndirîne dikare pêk were.

Mamosteyê Zankoya Yildirim Bayezîd Prf.Dr. Haci Mustafa Eravci wiha axifî:"Peymana Sykes-Pîcotê 100 sal in ku çavkaniya keşeyên li herêmê ye. Divê li Rojilata Navîn Stratejiyeke ku hemû gel, bawerî û reng bihevre karibin bijîn û tu netew neyê derkirin bê sazkirin. Eger dewletên herêmê bi vîzyoneke wiha dernekevin pêşberî gelan wê ev şer û alozî hertim bidome."

100 sal berê dewletên Îngilîstan û Fransa bi peymaneke weşartî çarenûsa gel û rêgezên Rojhilata Navîn li gor berjemendiyên xwe avakirin. Wisa xûya dike ku li Rojhilata Navîn heta ew sînor û nexşeyên çêkirî neyên guherîn û li gorî demografiya herêmê neyê avakirin, wê ew şer û alozî bi zêdebûn berdewam bikin.