Mesûd Barzanî: Şermezarî ji bo wan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke spasiyê arasteyî xelkê Amûdê kir, ku bi bîhnfirehî û berxwedanê ala Kurdistanê diparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyameke spasiyê arasteyî xelkê Amûdê kir, ku bi bîhnfirehî û berxwedanê ala Kurdistanê diparêzin.

Ev jî deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Spas û pêzanînên xwe pêşkêşî xelkê xweragir ê bajarê Amûdê dikim, ku bergirîkarê resenayetî û niştîmanperwerî û bihayê bilind ê gelê Kurdistan in. Destxweşiyê li we dikim ku bi bîhnfirehî û berxwedanê ala Kurdistanê diparêzin, ku ala xwîna şehîdan û hêmaya pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye.
Ji wê yekê we piştrast dikim ku, rêka niştîmanperwerî û giyana Kurdayetî û resenayetiyê ser dikeve û şermezarî ji bo wan dimîne ku ala Kurdistanê dişewitînin û xort û lawên Kurd êş û îşkence didin û cara dawî jî baca wan tawanan her didin.”

Duh li Qamişlo mangirtinek li dijî girtina endam û serkirdayên ENKS birêve çû. ENKSê jî di daxuyanekê de ragihand ku Partiya Yekîtiya Deokratîk (PYD) xort û ciwanên ser bi rêxistina Ciwanên Şoreger li heman cih û dema mangirtinê kom kir û êrîşî mangirtiyên ENKSê kir.

Herwiha beşek ji wê grûpê bi şevê êrîşî nivîsgeha Partiya Yektiya Kurd li Sûriyê kir û hemû kesesteyên nivîsgehê şikandin. Herwiha beşeke din jî êrîşî nivîsgeha Xwecihiya Amûdê ya ENKSê kir û ala Kurdistanê ji ser nivîsgeha wê partiyê danîn û şewitandin.