3 şêwekarên Kurd beşdarî pêşangeheke navdewletî dibin

Sê şêwekarên Kurd bi tabloyên xwe beşdarî Pêşangeha Viennayê ya Navdewletî ya şêwekariyê “Art MMH” dibin, ku bi beşdariya 40 şêwekaran li ser asta cîhanê roja 2 Kanûnê li Viennayê dest pê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê şêwekarên Kurd bi tabloyên xwe beşdarî Pêşangeha Viennayê ya Navdewletî ya şêwekariyê “Art MMH” dibin, ku bi beşdariya 40 şêwekaran li ser asta cîhanê roja 2 Kanûnê li Viennayê dest pê kiriye.

Şêwekara Kurd Lorîn Elî ku yek ji şêwekarên Kurd e û ji Rojavayê Kurdistanê ye û beşdarî vê pêşangehê dibe ji K24ê re ragihand, bi wê re herdu şêwekar Ronahî Ezîz û Hadî Hemed ku her du ji Başûrê Kurdistanê ne, beşdarî vê pêşangehê dibin.

Lorîn Elî diyar kir jî, pêşangeha Viennayê ji roja 2 û heta 7 Berçele ber xwe dide, tê de tabloyên şêwekariyê tên numayişkirin, herwiha hin tabloyên hevbeş tên numayişkirin, ji ber ku yek armanc vê pêşngehê ew e, hin karên hevbeş bêne encamdan.

Lorîn Elî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, di gelek pêşangehên taybet û hevbeş li Rojava û Başûrê Kurdistanê û Sûriyê de tablyonên xwe numayiş kirine, niha jî li Almayayê dijî.