Ebadî bi merc mûçe û budceya Kurdistanê dide

Seroka Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di Parlementoya Iraqê de Ala Talebanî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi merc mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dabîn dike, ew merc jî, ku Herêma Kurdistanê dahatiya Herêma Kurdistanê ji petrola Kerkûkê bide Bexdayê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di Parlementoya Iraqê de Ala Talebanî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi merc mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dabîn dike, ew merc jî, ku Herêma Kurdistanê dahatiya Herêma Kurdistanê ji petrola Kerkûkê bide Bexdayê ye.

Ala Talebanî ragihand, di hevdîtina ligel Ebadî de behsa mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê hate kirin û Ebadî gotiye, kengî Herêma Kurdistanê dahatiya petrola Kerkûkê radestî Bexdayê bike, wê demê mûçe û budceya Herêma Kurdistanê dişîne Hewlêrê.

Pirsa birîna mûçeya fermanber û bûdceya Herêma Kurdistanê vedigere ji destpêka sala 2014an ve, di wê demê de Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî bi biryarekê mûçe û bidceya Herêma Kurdistanê birî û heta niha ew pirsgirêk berdewam e.

Ew axftinên Seroka Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di Parlementoya Iraqê de Ala Talebanî di demekê de tên, ku biryar e Parlementoya Iraqê îro dengdanê li ser projeyasaya budceya sala 2017an bike.

Endamekî Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê ji K24ê re ragihand ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyarek ji 3 xalan bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşkêş kiriye, li hember şandina dahatiya petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê bi riya kampaniya SOMO.

Kombaniya SOMO petrola Iraqê bo bazara cîhanê difiroşe.

Di projeyasaya budceya 2017an de, Iraq ji sedî 17 ji dahatiya berdest ya Iraqê dide Herêma Kurdistanê, li hember radestkirina rojane 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê û 250 hezar bermîl ji petrola Herêma Kurdistanê bi kompanya SOMO.

Dahatiya Giştî ya Iraqê di projeyasaya budceya sala 2017an de tê texmînkirin, zêdetirî 79 tirilyon Dînar e û pêwst e rojana 3.75 milyon bermîl petrol hinarde bike û nirxê her bermîlekî jî bi 42 Dolar hatiye destnîşankirin.