Derbarê Ehmedê Xanî û flsefeya Îslamê de simînarek

Ji aliyê Weqfa Îsmaîl Bêşîk Semîrar hate lidarxistin.
kurdistan24.net

K24- Diyarbekir

 Şaxa Diyarbekirê ya Weqfa Îsmaîl Bêşîk Semîra li ser Ehmedê Xanî û Flesefeya Îslamê lidarxist.Di Semîrê de, xebatên Ehmedê Xanê û pênase kirina wî ya wek Fîlozofekî îslamî hat gengeşî kirin. Rêvebirên Weqfê jî diyar kirin ku ew rêze semineran lidardixin da ku çand û bireweriya Kurdan bipêş bikeve.

Li Diyartbekirê, Waqfa Îsmaîl Bêşîkçî rêzesemîrên li ser, çand, hüner, wêje û bireweriya Kurd lidardixin. Semînera vî hefta jî li ser gengeşiyên ku, Ahmedê Xanî wek fîlozofê Îslamîtê pênasekirin bû.Di Semînerê de bal hat kişandin ku, Ehmedê Xanî wekfîlozofê îslamî hatiye pênase kirin lê diyardeyên ku ispata wê gotinê bike ne hatine pêşkeş kirin.

Nivîskarê Lêkolîner Muhammet Gozutok diyar kir ku, wêjekar û lêkolînerên Kurd, heta serdema dawî Xanî wek Fîlozofê felsefeya Îslamê dane nasîn lê îspatêne kirine. Gonguren bal kişand ku, di xebatên nû de aşkere buye ku, Ehmedê Xanî li dijî felsefeya Îslamê buye.

 NivîskarêLêkolîner Muhammet Gozutok wiha got:"Çend lêkolînerên nû derketin û aşkere kirin ku, Ehmedê Xanî em nikarin wek fîlozofekî Îslamî qebûl û binav bikin, Ehmedê Xanî mutekerim e, Ehlî Kelam e û dij li felsefeya îslamê ye."

Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Diyarbekirê, dersên zimanê Kurdî tên dayîn, li ser pirtûkên Kurdî gengeşîtên kirin û hin xebatên din yên çandî jî tên meşandin.

Serokê Weqfa îsmaîl Beşîkçî ya Şaxê Diyarbekirê Ahmed Kanî, bal kişand ku, rewşeke awarte heye, lê ew xebatên xwe ranawestînin û hewla xwe ya bo pêşketin û pêşxistinê didomînin.Kanî ragihand ku, semîrên wiha li şaxên din yên weqfê ji berê de tên li darxistin.

Serokê Weqfa Îsmaîl Bêşîkçî yê Şaxa Diyarbekirê wiha axifî:"Vî hefta jî me xwest li ser wek zanyar û neteweperwerê Kurd Ahmedê Xanî em sohbetekî li darbixin."

Semîner piştî peşkeş kirina gotara Mihemed Gonguren, bipirs û bersîv û gengeşiyên li ser mijar derbasbuyî dimiya û xilas bû.