Li Enqerê karnavala qehweyê birêve çû

Li Enqera paytexta Tirkiyê qehewyên cîhanê di karnavalekê de tên pêşkeşkirin. Karnavala Qehweyê ya ku bi dehan kompanyayên qehweyê yên bîyanî û Tirkiyê beşdarî tê de dikin tehmên cihêreng tên danasîn û firotin.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Enqera paytexta Tirkiyê qehewyên cîhanê di karnavalekê de tên pêşkeşkirin. Karnavala Qehweyê ya ku bi dehan kompanyayên qehweyê yên bîyanî û Tirkiyê beşdarî tê de dikin tehmên cihêreng tên danasîn û firotin.

Karnavala ku yekem car e li Enqerê tê lidarxistan, li avahiya dîrokî ya ku di sala1927an de hatiya avakirin de bi hevkariya 12 kompanyayên navdewletî tê pêşkeşkirin. Di karnavalê de ligel danasîna qehweya Tirkiyê, qehweyên welatên wek Îtalya, Kolombiya, Kenya, Endonezya, Etiyopya û Fîlîpînê jî danasîna wan tê kirin.

Di nava Tirkiyê de 56, derveyî Tirkiyê jî 15 kompanyayên biyanî di karnavalê de qehweyên cûrbecûr çê dikin û tehmên cuda cuda didin danasîn û dîroka çêkirina qehweyan raberî welatiyan dikin. Bi bîr û boçûna xwediyê Kompanyeya ku danasîna qehweya Îtalyayê li Tirkiyê dike.

Di karnavalê de şîraniyên ku li ber qehweyê tên xwarin û amûrên ku ji bo çêkirina qehweyê têne bikaranaîn jî hatin pêşkeşkirin. Welatiyên ku hatin karnavalê jî diyar kirin ku, berî her tiştî kernavaleke bi vî rengî ku heta niha ti caran li Enqereyê pêk nehatibû, derfetek daye wan ku tehma qehweyên biyanî biceribînin.

Ev karnavala ku danasîna qehweyên biyanî, şêrînahî û amûrên qehweyê lê tê kirin ji bo ku welatî di nava şahî û kêfxweşiyê de qehweya xwe vexwin konsertên biçûk jî tên sazkirin. Herwiha ev karnavala ku du rojan berdewam kir wê li Stenbolê jî bê lidarxistin.