Ebde daxwaza vegera Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê dike

Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes Ebde di konferanseke rojnamevanî de li nivîsgeha ENKSê li Hewlêrê ragihand, ku ew tekeziyê li ser wê yekê dikin ku di nêzîktirîn dem de Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegere di nav axa Sûriyê de ji ber ku rola wan wê hebe ji bo peydakirina aramiya deverê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes Ebde ragihand, ku ew tekeziyê li ser wê yekê dikin ku di nêzîktirîn dem de Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê vegere di nav axa Sûriyê de ji ber ku rola wan wê hebe ji bo peydakirina aramiya deverê.

Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes Ebde îro serdana Nûnertiya ENKSê li Hewlêrê kir û ligel Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û endamên Nûnertiya ENKSê li Hewlêrê civiya. Piştî civînê Ebdê konferanseke rojnamevanî li Nûnertiya ENKSê li Hewlêrê lidar xist.

Ebde got: “Em hatine Herêma Kurdistanê bo serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin û rewşa niha ya Sûriyê û rewşa xelkê sivîl li Helebê gotûbêj bikin. herwiha bi Serok Barzanî me behsa dawî pêşhatinê operesyona Mûsilê jî kir, ji ber ku em Herêma Kurdistanê rûbirûyî heman yek cureya terorê dibin. Herwiha ji me re dostên hevbeş hene û dijminên hevbeş hene, loma pêwîst e hevahengî di navbera me de hebe.”

Serokê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes Ebde ligel şandekê duh serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û dawî rewşa siyasî û ewlehiyê li Sûriyê û rewşa mirovî li Helebê kirin.

Ebdê derbarê pirsa vegera Pêşmergeyên Rojava de got: “Berî jî me gotiye, niha jî tekeziyê dikin ku, vegera Pêşmergeyên ser bi ENKSê dibe hokara cîgirî û aramiya li Sûriyê. Hêza Pêşmerge hêzeke niştimanî ye, hêvîdar in di zûtirîn deme de vegera ser axa Sûriyê û bibe beşek ji Artêşa Azad, da ku gelê Sûriyê bigihe armancên xwe.”

Li ser operesyona artêşa Tirkiyê li nava axa Sûriyê, Ebde got: “Em wek Artêşa Azad Tirkiyê di warê leşkerî de piştîvaniya me dike, bi her awayekî jî Tirkiyê piştevaniya me dike. Herwiha Hepeymaniya Navdewletî jî di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya me dike, me karî DAIŞê li çendîn deverên rojavayê çemê Ferat têk bibin. Ev jî destkeftiyeke mezin ji gelê Sûriyê re.”

Herwiha Ebde got: “Piştevaniya Tirkiyê gelekî baş û girîng bûye, da ku devereke aram li Sûriyê ava bikin, da ku karibin penaberan vegerînin wê deverê û rewşeke aram bo wan dabîn bikin.”

Derbarê Helebê de Ebdê got: “Derbarê Helebê de bêxemiyek heye. civaka navdewletî û NY bi kêmtirîn ast bi erkê xwe ranabe. Dibe ke valahiyek niha di îdareya Amerîkî de hebe, lê ev yek nabe bibe sedemek ku bêdengiyek derbarê rewşa Helebê de çê bibe.”