Barzanî û Serokerkanê Iraqê hûrgiliyên şerê Mûsilê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hûrgiliyên operesyona rizgarkirina Mûsilê ligel Ferîqê Yekem Osman Elî Ferhud El-Xanimî Serokerkanê Artêşa Iraqê gotûbêj kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hûrgiliyên operesyona rizgarkirina Mûsilê ligel Ferîqê Yekem Osman Elî Ferhud El-Xanimî Serokerkanê Artêşa Iraqê gotûbêj kir.

Li gor nûçeyeke malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, El-Xanimî biserokatiya şandekê ku ji Ferîq Rukin Enwer Hemed Emîn Fermandeyê Hêzên Asmaniya Iraqê, Ferîq Rukin Endulemîr Yarella Cîgirê Serok Erkanê Artêşa Iraqê yê operasyonan û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê operasyona hevbeş û Lîwa Rukin Se'ed El Ellaq Birêvebirê Hewalgiriya Serbazî pêk hatibûn, serdana Barzanî kir.

Di civînê de naverokên proseya azadkirina Musilê xistin berbehs û guftûgoyan û pesna serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.

Her li vê civînê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê ya li proseya azadkirina Musilê da bilind nirxandin û tekez li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.

Serdana vê şanda leşkerî ya Iraqç bo Herêma Kurdisyanê hevdem ligel daxuyaniyeke Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Ashton Carter e, ku ragihand, şerê Mûsilê tevî bi dijwarî diçe, lê eger e berî serokê nû yê Amerîka Donald Trump bi fermî dest bikar bike di 20 Çelaya 2017an de, bidawî bibe.

Operesyona Mûsilê di vê dawiyê de rûbirûyî bergîriyeke tund ya çekdarên DAIŞê li aliyê çepê Mûsilê dibe, ku berpirsên leşkerî behsa guhartina plana şerê Mûsilê dikin.