Çekdarên Helebê daxwaza agirbestekê dikin

Grûpên opozîsyona çekdar di destpêşxeriyekê de daxwaza agirbesteke 5 rojî ya mirovî kirine, da ku sivîl, nexweş û birîndar ji wan taxan derkevin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên opozîsyona çekdar di destpêşxeriyekê de daxwaza agirbesteke 5 rojî ya mirovî kirine, da ku sivîl, nexweş û birîndar ji wan taxan derkevin.

Destpêşxeriyeke bi navê Encûmena Serkirdeyatiya Helebê derket, tê de daxwaza agirbesteke mirovî ya 5 rojî kir, da ku 500 sivîl, nexweş û birîndar ji wan taxan derkevin.

Wezareta Derve ya Sûriyê jî di daxuyaniyekê de got, ew qet razî nabin ti agirbestekê li Helebê pêk bînin.

Rêjîma Sûriyê îro dest danî li ser tevahiya taxên Heleba kevin, ku bi vê yekê bêtir ji sê çarîkên rojhilatê Heleb dikeve di destê Rêjîma Sûriyê de.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Krimlînê Dîmitrî Bîskov ji rojnamevanan re ragihand, ku rêkeftinek di navbera Amerîka û Rûsya de heye derbarê derketina çekdarên opozîsyonê ji Helebê, lê heta niha ti danûstandinan dest pê nekiriye.

Opozîsyona çekdar jî rijd e li ser nerîna xwe û dibêje, ew dest ji taxên rojhelatê Helebê bernadin û jê dernakevin.