li Dêrikê 7 kes hatin girtin

K24 – Navenda Nûçeyan
Derbarê kuştina Qeymeqam û Qeyûmê Dêrikê ya Mêrdînê de, 7 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Qeymeqamê Dêrikê Mihemed Safîturk de, 29 kes piştî lêpirsîna ewlekariyê, bo dadgeha Mêrdînê hatin birin. Ji wan 7 kes hatin girtin.
Qeymeqam û Qeyûmê Dêrikê Mihemed Safîturk, 10'ê Mijdarê di odeya xwe de, bi bombeya ku berê hatibû bicîhkirin hat kuştin.
Ji ber kuştina Qeymeqamî, 71 kes hatin binçavkirin û hê jî lêpirsîna 42 kesan berdewam dike, ku di nav de Rêveberê Nivîsîngeha Qeymeqam jî heye.
YPS bi daxuyaniyek nivîskî, berpirsiyariya xwe bo kuştina qeymeqamê Dêrikê ragehandibû.