Berpirsên Kongressa Amerîka Kurd bi hevpeymanê bawerpêkirî binav dikin

Berbijêrên postên Wezareta Derve ya Amerîka Kurd bi hevpeymanekî bawerpêkirî binav dikin û Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka jî ragihand, Pêwîst e Washington hevkariya Kurdistan û Pêşmerge bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Wasihngton

Berbijêrên postên Wezareta Derve ya Amerîka Kurd bi hevpeymanekî bawerpêkirî binav dikin û Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka jî ragihand, Pêwîst e Washington hevkariya Kurdistan û Pêşmerge bike.

Şanda bilind ya Herêma Kurdistanê bo Amerîka bi Serokatiya Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi hevdîtinên xwe bi berpirsên pilebilind yên Koşka Spî û Kongressa Amerîka re berdewam in û hevkarîkirina zêdetir di warê leşkerî û darayî ji aliyê Amerîka tewerê sereke yên hevdîtinan bûn.

Şanda bilind ya Herêma Kurdistanê ligel Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka civiya, ku tê de Serokê wê Komîtê Bob Corker, Cîgirê Serok Ben Cardin, endamê wê komîtê û berbijêrê berê yê Komariyan bo postê Serokatiya Amerîka Marco Rubio amade bûn. Ew komîte girîngiya wê ya di bazneya siyasî ya Amerîka de heye, ku rênimayên karûbar derve ya Amerîka dike û şêwiran dide Wezareta Derve.

Di hevdîtinê de Bob Corker ku yek ji berbijêrên posta Wezîrê Derve ya Amerîka ye ragihand, pêwîst e hevkariyên darayî bo Kurdistanê were kirin û bo wê yekê jî ew komîte axaftinan ligel îdareya nû ya Amerîkayê dike got: “Rêzeke taybet ya gelê Amerîka derbarê qubanîdana Herêma Kurdistanê de heye.”

Derbarê piştevaniya siyasî ya Amerîka bo Kurdistanê de, Cîgirê Serok Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka Ben Cardin ragihand, di nava Kongressê de piştevaniyeke mezin ji Kurd re heye, ev jî ji bi ber jêhatîbûna serkirdeyatiya Kurd e û soz dide ku Amerîka pabendî hevpeymaniya xwe bi Kurd re dibe.

Li hemberê, Mesrûr Barzanî got, Kurdistan pabend e bi hevkarîkirina Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de. Barzanî Aşkere dike ku pêwîst e rêkeftinke siyasî ji qonaxa piştî DAIŞê bo Mûsilê hebe û rê li ber sedemên derketina DAIŞê bigirin, da ku grûpên hevawayê DAIŞê serî hilbnedin.

Li ser rola Kurd di hevkariya koçberan de, Mesrûr Barzanî ji berpirsên pilebilind yên Komîta Pêwendiyên Encûmena Nûnerên Amerîka re ragihand, Herêma Kurdistanê alîkariyên mezin ji koçberan re kiriye. Derbarê pêşeroja Iraqê de jî Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ew sînorên niha hene, li ser daxwaza xelkê Kurdistanê nebûn û amaje kir ku gelek rêkeftin bi Bexdayê re hatin ezmûnkirin, lê ti rêkeftin serkeftî nebûn, niha pêwîst e alternativên werin meydanê, da ku wek du cîranan bi hev re bijîn.

Ji aliyekî din ve, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û bi endametiya Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdilrehman ligel Şêwirmendê serokê nûhilbijartî yê Amerîka û yek ji berbijêrên posta Wezareta Derve ya Amerîka Newt Gingrich civiyan.

Di hevdîtinê de Gingrich ji şandê Kurdistanê re got: “Spasiya Kurd dikin ku hevpeymaneke bawerpêkirî ya Amerîkayê bûn û Pêşmerge nîşan dan ku hêzeke bi bandor e li dijî DAIŞê.” Herwiha wî siyasetmedarî dibêje, Kurd bûye hêmayê aramiyê li navçê.

Piştre Mesrûr Barzanî pesna hevkariyên Amerîka bo Kurdistan û Pêşmerge kir, lê ragihand jî, çaverêyî hevkariya leşkerî ya zêdetir ji Amerîka dikin.

Şanda Herêma Kurdistanê ligel stafê Kongressa Amerîkî civiya, ku çendîn lêkolîner û şarezayên siyasî amade bûbûn û girîngî bi hevkariya Kurd j aliyê Amerîkayê ve dan. Pêşerojê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda, şerê DAIŞê û operasyona Mûsilê mijarên sereke yê civînê bûn.

Piştre şanda Herêma Kurdistanê ligel Hevserokê Komîta Dostaniya Kurd li Kongressa Amerîka Jared Polis civiya, ku nêzîkî 50 endamê wê komîte heye. Di çarçoveya hevdîtinê de pesna rola Kurd li navçê hate kirin û aşkere kirin jî ku pêwîst e îdareya nû ya Washingtonê hevkariya Kurdistanê bike.

Li dawiyê, şanda Herêma Kurdistanê ligel Desteya Nivîskarên rojnameya bi navûdeng a Amerîka “Washington Post” civiya û di civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de hate kirin.