Mertala Firatê qonaxa 2em a operasyona Babê ragihand

Li gor medyaya Tirkiyê, vê sibehê qonaxa duyem a operasyona Babê ji aliyê “Mertala Firatê” ve hate destpêkirin. Herweha tê diyarkirin, ku heta Bab ji destê çekdarên DAIŞê neyê derxistin, operasyon bidawî nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor medyaya Tirkiyê, vê sibehê qonaxa duyem a operasyona Babê ji aliyê “Mertala Firatê” ve hate destpêkirin. Herweha tê diyarkirin, ku heta Bab ji destê çekdarên DAIŞê neyê derxistin, operasyon bidawî nabe.

Operasyon vê sibehê demjimêr 06:30an dest pê kir. Hêzên opozîsyona Sûriyê û Hêzên Taybet ên Tirkiyê ber bi Babê ve bi pêş ketine. Li gor hatî zanîn biqasî 2 hezar çekdarên opozîsyonê û hejmarek nediyarkirî ya Artêşa Tirk di operasyonê de cîh digirin. Belafirên leşkerî yên Tikiyê jî piştgiriyê didin.

Ji aliyê xwe, Sererkaniya Tirkiyeyê derbarê operasyona li Sûriyê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku hêzên wan ên leşkerî devera Zarzur û beşeka mezin a riya Bab û Minbicê kontrol kirine.

Arteşa Tirkiyeyê ji 24ê Tebaxê ve ketiye nav Suriyê û operasyonek berfireh bi rê ve dibe. Heta niha 19 leşkerên Tirkiyê di encama vê operasyonê de canê xwe ji dest dane.

Herwiha Arteşa Tirkiyê duh 300 leşkerên xwe şandibû Sûriyê.