Arteşa Tirkiyê 20 tank şandin ser sînorê Sûriyê

Arteşa Tirkiyê 20 tank û hejmarek zêde wesaîtên leşkerî şand li bajarê Dîlokê ser sînorê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê 20 tank û hejmarek zêde wesaîtên leşkerî şand li bajarê Dîlokê ser sînorê Sûriyê.

Îro ji bajarê Stenbolê navçeya Maltepeyê ber bi bajarê Dîlokê li ser sînora Sûriyê ve  20 tank û hejmarek zêde leşker û wesaîtên leşkerî hatin şandin.

Hat zanîn wesaîtên leşkerî dê di çarçoveya operasyona Cerablûsê de werin bikaranîn.

Duh Arteşa Tikriyeyê 300 leşkerên xwe di çarçoveya heman operasyonê de şandibû Sûriyê.

Herwiha hat ragihandin, îro qonaxa duyem a operasyona Babê ji aliyê “Mertala Firatê” ve hate destpêkirin. Herweha tê diyarkirin, ku heta Bab ji destê çekdarên DAIŞê neyê derxistin, operasyon bidawî nabe.