Bi hilberînên xwe kevneşopiyên Dêrsimê dide jiyandin

Li Dersimê jina bi navê Leyla Akyildiz, berhemên destkarî û kevneşopî ku di bin metirsiya tunebûnê û nemanê de ne çê dike û li dikana xwe difiroşe. Akyildiz bi wan berheman armanç dike ku ciwanên Dersimê destkarî û amûrên çand û hunera bav û kalên xwe ji bîr nekin.
kurdistan24.net

K24 – Dêrsim

Li Dersimê jina bi navê Leyla Akyildiz, berhemên destkarî û kevneşopî ku di bin metirsiya tunebûnê û nemanê de ne çê dike û li dikana xwe difiroşe. Akyildiz bi wan berheman armanç dike ku ciwanên Dersimê destkarî û amûrên çand û hunera bav û kalên xwe ji bîr nekin.

Li gelek bajarên Kurdistanê ji ber pêşveçûna zanistiya teknîkî gelek tiştên kevneşopî û hilberînên destkarî tên ji bîr kirin û bi tunebûnê re rû bi rû dimînin. Li Dersimê jî jina bi navê Leyla Akyildiz li dikana xwe amûr û berhemên kevneşopî difiroşe û armanç dike ku wan berhemên kevneşopî ne de ji bîr kirin. Akyildiz diyar dike ku ew amûrên kevn yên demên berê ji nû ve çêdike û bi boyaxên kevn li gorî şêwaza rastiya wan amade dike.

Hunermenda Destkariyê Leyla Akyildiz ji K24ê re got: "Ev 3ê sal in ez vî karî dikim û min gelek kedeke mezin daye. Ez hatim welatê xwe û ev kar hate hişê min. Min xwest jin, eleqeyek nîşanî vî karî bidin. Ji ber ku gelek kes ji van deran koç bûn, êdî hilberîna berhemên kevneşopî zêde nayê çêkirin. Min jî xwest ez wan berheman çêkim û bidim jiyandin. Ez kevir û dîzikan boyax dikim. Patîk û lûfikan çêdikim. Wekî din min kesên navdar jî li ser keviran xêz kir."

Akyildiz ev 3ê sale li Dêrsimê dikana amûrên kevneşopiyê vekiriye û hilberîna wan berheman dike. Bi kevirên ku ji çemê Munzurê berhev dike, wêneyên kesên navdar xêz dike û wekî din ji xwezayê jî gelek tiştan dide hev û bi teknîka şewitandinê jî amûrên xelatî çêdike. Welatiyên Dersimê jî radigihînin ku Leyla Akyildiz jinek hunermende û hilberîna berhemên kevneşopî dike. Welatiyê bi navê Îrfan Kaya ku li dikana amûrên kevneşopî li berheman dinihêrî derbarê karê Akyildiz da wiha diaxive: "Ev hemû alavên kevn û kevneşopîne. Ev amûra ku niha di destê min de ye, me berê tê de av vedixwar. Ev hemû alav û berhem bi destên vê hevalê ve tên çêkirin. Hilberîna hemû alavan bixwe dike."

Leyla Akyildiz diyar dike ku, ji Dêrsimê gelek welatî ji ber kêşeyên aborî û siyasî koçî bajar û metrepolên Tirkiyê kirine. Ji ber vê yekê jî welatî wekî berê hilberîna wan berhemên kevneşopî nakin. Di demên berê de welatî hilberîna merşikên mû, lûfik û amûrên din dikirin. Niha ev kêm bûne. Divê em wan berheman nedin ji bîr kirin.