Sosyalistên Ewropa û cîhana Eerebî li Silêmaniyê ne

Li Silêmaniyê konferansa partiyên sosyalist ên Ewropa û Korbenda pariytên sosyalistên demokratîk ên cihana Erebî dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Silêmaniyê konferansa partiyên sosyalist ên Ewropa û Korbenda pariytên sosyalistên demokratîk ên cihana Erebî dest pê kir.

Astengên li pêş yekalîkirina milmileyan, parastina li hember êrîşên terrorist, parastina penaberan rewşa demokrasiyê û rewşa nemana DAIŞê tewerê sereke yê konferansê ne, bo van mijaran jî 6 panel birêve lidar dikevin.

Nûnerên zêdetirî 40 partiyên sosyalist ên demokratîk beşdarî Konferansa Partiyên Sosyalist ên Ewropa û cîhana Erebî dibin û bi mêvandariya Yekîtiya Nitimaniya Kurdistanê (YNK) birêve diçe û du rojan berxwe dide.

Biryar e di roja yekem de, 3 panel bêne pêşkêşkirin û partiyên sosyalist ên demokartîk ên cîhana Erebî beşdarî wan panelan bibin, ku taybet in bi rewşa wan û cîhana Erebî.