Dengbêjê bi navûdeng bi tenê maye

Dengbêj Zulfîkar Yûmrûkê 78 salî, berê stêrka civatan bû û ji salên ciwaniya xwe ve li gund û bajaran di civat û dîlanan de klam, stran û helbest digotin. Lê niha ew bûye bermaliyê mala xwe. Dengbêj Zulfîkar, bi tena serê xwe di malekê de dijî û digel temenê xwe yê zêde, her karê mala xwe ew bixwe dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Dengbêj Zulfîkar Yûmrûkê 78 salî, berê stêrka civatan bû û ji salên ciwaniya xwe ve li gund û bajaran di civat û dîlanan de klam, stran û helbest digotin. Lê niha ew bûye bermaliyê mala xwe. Dengbêj Zulfîkar, bi tena serê xwe di malekê de dijî û digel temenê xwe yê zêde, her karê mala xwe ew bixwe dike.

Li gorî gotinên Yûmrûkî, hevjîna wî ya 56 salî ji berî 4 salan ve dest jê berdaye. Yûmrûk dibêje; "Dema ez vî halê xwe dibînim, dilê min bi halê min dişewite, kul û keserên min zêde dibin." Û bi gotinên wî re hêsir ji çavên wî dibarin.

Li gorî gotinên Stranbêj Yûmrûk, di sala 1970'yî de navdariya wî li Tirkiyê û Bakur belav dibe û li Stenbolê cara pêşîn xebatên amadekirina plakekê dike. Lê ji ber ku di wan salan de zext li ser zimanê Kurdî hebûne, plaka stranên xwe li Almanyayê amade dike. Plakên wî ji aliyê stranhezan ve gelek tên ecibandin. Yûmrûkamaje dike ku, wî tu caran stranên hunermendên din negotine û wî bixwe stranên xwe nivîsîne û bilêv kirine.

Dengbêj Zulfîkarê Gulo amaje dike ku, 60 band û ji 250'an zêdetir jî gufte û awazên wî hene. Hemû stranên xwe ji ber dizane. Yûmrûk, sêwî mezin bûye, di sal û demên berê de xebatkar bûye û niha malnişîn e.

Rewşa aborî ya Yûmrûk baş e û ji wî aliyî ve hewcedariya wî bi kesan tune ye. Lê belê Ew dibêje; "Xwezî aramiya min hebûya, bila qet maldar nebûma." Yûmrûk, ji ber tenêtiya xwe, di nav bêaramiyeke kûr de ye. Dengbêjê navdar sobeya xwe bi êzîngan dadigire û agirê dilê xwe pê dixe.