Li Mûşê tevî hewaya hişk ajal li derve tên çêrandin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê şertên Zivistanê her ku diçe xwe dide der. Li bajarê Mûşê sarbûna hewayê bi şev di bin sifrê de 15 pileyan nîşan dide. Lê belê li bajêr di van rojên dawîn de xweza bi taybetmendiyeke xwe cûda derdikeve pêş. Li aliyekî Payîz û aliyekî din jî Zivistan tê jiyandin.
kurdistan24.net

K24 – Mûş

Li Bakurê Kurdistanê yek ji wan bajarê ku lê Zivistan bi hemûs erma û hişkiya xwe tê jiyandin bajarê Mûşê ye; lê belê welatiyên ku li nava deşta bajêr dijîn rojên Payîzê yên bermayî dijîn. Şêniyên ku li deştê dijîn ajalên xwe dibin çerandinê û di heyama Zivistanê de kêfa rojên Payîzane derdixin.

Şêniyê gundê Yayganê Şemdîn Karakaya radigihîne ku yekem car e tiştek bi vî rengî dibînin û seranserê bajêr berf û bager heye, lê belê tevî hewaya hişk ew hîna jî ajalên xwe li derve diçêrin.