Derbarê teqîna Stenbolê 13e kes hatin girtin
K24-Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku, derbarê Teqîna Stenbolê de 13 kes hatine binçavkirin.
Serdozgerî daxûyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku, derbarê teqînê de lêpirsînek berfireh hatiye destpêkirin 13 bergûman hatine binçavkirin.
Serdozgeriyê da zanîn ku, ji bo zelalkirina bûyerê û girtina bergûmanan xebatên wan berdewam dike.
herwiha diyar kir ku, piştî teqînê 3 kesên bi rêya tora medyayî ya civakî bangeşeya terorê kirine hatine binçavkirin.