Papayê Vatîkan:Wêrankirina Helebê qebûl nakin
K24-Navenda Nûçeyan
Papayê Vatîkanê Papa Fransîs ji Romayê banga aştiyê bo Sûriyê taynet bo Helebê kir û da zanîn ku, êrîşên li ser bajarê Helebê nayên qebûlkirin.
Li Vetîkanê Papa Fransîs derbarê Helebê û êrîşên li dijî taxên wê yê rojhelat wiha got:"Her roj ez nêzîkî xelkê Helebê me taybet di nimêja xwe de, em jibîr nekin ku, Heleb bajare, mixabin em fêrbûne ku, herdem li wî bajarî şer û wêranbûne, lê Sûriyê dewlemende bi dîrok, çand û baweriyên xwe, em qebûlnakin ku, ew bi wêrankirinê tûne bibe, ez bang li hemû aliyan dikinna ji wîrankirinê re erê ji aştiyê re erê ji Helebê re."