Hêzên Pêşmerge bi tûndî daxuyaniya parlamentara Goran şermezar kirin
K24-Navenda Nûçeyan
Li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistan Hêzên Pêşmere li pêşiya daxwazkarê Giştî xwepêşandanek li dijî daxuyaiyên Parlamentara Tevgera Goran Serwe Ebdulwahid ku, sivkayetî bi rûmet û şerefa malbatên Şehîdan kirî bi rêve bir.
Bi hezaran Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniya parlametera Tevgera Goran şermezar kirin û daxwaz kirin ku, ji aliyê yasayî ve ew perlemetar were siza kirin.
Xwepêşandan bi beşdariya fermandeyê Leşkerên taybetî 1 û Golan pêşmerge Mensûr Barzanî û fermandeyê Hêzên taybet 1 Rewan Idirîs Barzanî û du hezar hêzên pêşmerge destpê kir.
Berî niha parlementara Tevgera Goran Serwe Ebdulwahid li kenalekî Erebî bi navê Dicele daxuyaniyên xirab derbarê şeref û rûmeta malbat û hêzên pêşmerge dabûn, daxuyaniyên wê jî ji aliyê hemû kurdistaniyan ve li hemû bajar û bajarokê Kurdistanê bi tûndî hatin şermezarkirin.