Bernard Kouchner: Pêwîst e serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin

Wezîrê derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner ragihand, pêwîst e serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û dem hatiye ku sînorên vê navçeyê bêne guhartin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner ragihand, pêwîst e serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û dem hatiye ku sînorên vê navçeyê bêne guhartin.

Di çarçoveya beşdarîkirina di panela yekem ya konferansa “Serxwebûna Kurdistanê, rûbirûbûn û derfet” de ku li zanîngeha Amerîkî Kurdistan – Dihokê birêve diçe, wezîrê derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner got: “Pêwîst e serxwebûna Kurdistanê were ragihandin, di vê navçeya gelek bi pirsgirêk de dem hatiye ku sînor were guhartin û dikarin pişt bi gelek kesên xwebexş bibestin.”

Kouchner got jî: “Piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikim û 50 sal in çaverêyî vê rojê dikim, ku Kurd xebat bo demokrasî û azadî dike, baştirîn rê jî bo serxwebûnê, riya Netewên Yekgirtî ye.”

Herwiha got: “Yasyên navdewletî heger piştgîriyê li tevgereke wek Kurd neke, pêwîst e ew yasa bêne guhartin, hîç nebe, divê destkarî yan pirs ji gel were kirin, bizanin ma çarenivîsa xwe çawa dixwazin.”

Kouchner got jî: “Gelek li vê cîhanê geriyam, yekem guftûgo bi Mela Mustefa Barzanî re ji bîr nakim, xort bûm, xwebeş û çalakvan bûm, gelekî sersam bûm bi vî peyayê mezin, kesekî aza û çavnetirs bû, ew hevdîtin di sala 1975an bû, yekem guftûgo bû derbarê serxwebûn û otonomiya Kurdistanê de.”