Xelîlzad: Gelek welat wek Kurdistanê xalên bihêz nebûn û serbixwe bûn

Endamê Borda bilind yê Zanîngeha Amerîkî Kurdistan - Dihokê Zalmay Xelîlzad di konferansa salane ya binavê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” de ragihand pirsa serxwebûna Kurdistanê yek ji rojeva herî giring a siyasî ya herêmê ye û pêwîst dike mirov li ser gotûbêjan bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Borda bilind yê Zanîngeha Amerîkî Kurdistan - Dihokê Zalmay Xelîlzad di konferansa salane ya binavê “Serxwebûna Kurdistanê, Rûbirûbûn û Derfet” de ragihand pirsa serxwebûna Kurdistanê yek ji rojeva herî giring a siyasî ya herêmê ye û pêwîst dike mirov li ser gotûbêjan bike.

Xelîlzad ku kesayetê navdar yê siyasî û dîplomasî yê Amerîkî, ku eger e di îdareya nû ya serokê nûhilbijartî Donal Trump de posteke bilind werbigire, gotarek pêşkêş û ronahî xiste ser mercên navxweyî yên navçe û navdewletî, ku Kurdistan tê re derbas dibe û daxwaz kir, Kurd bi cidî gavan bo serxwebûna xwe bavêje.

Xelîlzad got: “Niha ew dem hatiye ku Kurd gavan berve serxwebûnê bavêjin û wê biryara mezin bidin, ku bandorê li ser Iraqê û cîhanê dike, dizanim pêwîst e di warê hizrî de hewl bo serxwebûnê werin avêtin û amadehî hebe, lê pêwîst e jî ligel Iraqê rêkeftin hebe û li ser astê navdewletî jî zemîne hebe, da ku dewleta Kurdî bê avakirin.”

Xelîlzad amaje kir, li cem gelek welatan fakter û xalên bihêz tune bûn, wek ku niha li Herêma Kurdistanê hene û serbixwe bûn, ji ber wê pêwîst e astengiyan bibînin û kar li ser wan bikin.

Herwiha Xelîlzad bi awayekî ne rasterast peyamek gihande aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku kar bo wê pirsa mezin bikin û dest ji awn pirsgirêkên ne sereke berdin. Xelîlzad behsa wê yekê kir jî, li niha li Kurdistanê serkirde û kesayetên bibandor hebe û dikarin rêberiya wê pirsê bikin.

Xelîlzad amaje bi wê yekê kir jî, di dema Amerîka serxwebûna xwe ragihand, rêjeyeke kêm ligel wê pirsê bû, lê Amerîka serbixwe bû û biryara xwe da.