Teqîna Qeyserî: 13 Kuştî û 55 birîndar

Li bajarê Qeyseriyê teqînek rû da. Di encamê 13 leşker hatine kuştin û 55 kes birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qeyseriyê teqînek rû da. Di encamê 13 leşker hatine kuştin û 55 kes birîndar bûne.

Îro danê sibê li bajarê Qeyseriyê nav Zanîngeha Erciyesê bi wesaîteka bombebarkirî êrîş pêk hat. Wesaîta bombebarkirî li nêzikê otobûsekî hate teqandin.

Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di encamê teqînê de 13 leşker hatine kuştin. Herwiha 55 kesên din jî birîndar bûne, piraniya birîndaran leşker in û rewş hin birîndaran jî ne cîgir e.

Peyamnêrê K24 ragihand, hejmarek kes êrîşî navenda HDPê ya li Qeyseriyê kirine û hejmarek ji rayedarên HDPê di navendê de asê mane.

Heta niha ti kesî yan aliyekî berpirseyatiya xwe ranegihandiye.