Qedrî Cemîl: Girtina Helebê rê li ber perçebûnê girt

Cîgrê berê yê Serokwezîrê Sûriyê Qedrî Cemîl ragihand, ew gotinên ku derbarê bombebarankirina firokeyên Sûrî û Rûsî li ser bajarê Helebê tên kirin, derewin. Serketina hêzên rêjîmê li Helebê hişt ku plana parçekirina Sûriyê ji holê rabe û rê li ber çareseriya siyasî vedike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgrê berê yê Serokwezîrê Sûriyê Qedrî Cemîl ragihand, ew gotinên ku derbarê bombebarankirina firokeyên Sûrî û Rûsî li ser bajarê Helebê tên kirin, derewin. Serketina hêzên rêjîmê li Helebê hişt ku plana parçekirina Sûriyê ji holê rabe û rê li ber çareseriya siyasî vedike.

Qedrî Cemîl li Moskoyê ji K24ê re got: “Derketina çekdaran ji Helebê dest pê kiriye û di baweriya min de wê îro ev prose bidawî bibe, ev tişt bûyereke girîng e û bandora wê di rojên dahatî, wê xuya bike. Herweha wê ev bûyer bandora xwe li ser nehiştina terorê li tevahiya Sûriyê bike, tiştê ku li Helebê çêbû, hişt ku plana parçekirina Sûriyê ji holê rabe.”

Herwiha Cemîl got: “Tiştê li helebê bûye, dihêle ku rê li ber çareseriya siyasî li Cenêvê bê vekirin û biryara Encûmena Asayişa Navdewletî 2254 bê cibicîkirin.”

Cemîl got jî: “Ew gotinên ku tên kirin derbarê bombebarankirina firokeyên Sûrî û Rûsî li ser bajarê Helebê derew in, ji ber ku firokeyên Sûrî û Rûsî ev bû zêdetirî 40 rojan e li asmanê Helebê nefiryane, tenê êrîş û operasyonên bejahî dest pê kirine.”

Cemîl tekez kir: “Dema ku operasyonên bejahî hebin, çê nabe firoke bombebaranê bikin, lewra ev bûye 40 roj bombbarankirina firokeyên Sûrî û Rûsî li Helebê rawestiya ye. Tiştê ku tê gotin ji serî heya binî ve derew in. Niha ew derewên ku hatine kirin, hêdê hêdê aşkere dibin û hûnê zanbin bê medyayên cîhanî çiqas derewên mezin kirine.”