Kîm Phuc: Gava ku min wêneyê Alan dît dilê min şewitî

Kîm Puch a ku beriya 45 salan gava ku ji ber bombeyên napalmê yên Amerîkayê di reviya bi wêneyê xwe bûye sembola şerê Vîetnamê û herwiha qasida xerxwaziyê ya Neteweyên Yekbuyî li Stenbolê ji K24ê re axivî. Kîm Phucê da zanîn ew komkujiya Helebçeyê ya ku wekî komkujiya Vîetnamê bi çekên kimyewî hate kirin, baş dizane û herwiha got: Gava wê wêneyê sembola şerê Sûriyê yê Alan Kurdî dît dilê min şewitî.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Dinyayê ew bi vî wêneyî nas kir. Zaroka Vîetnamî Kîm Phuc di sala 1972an de dema ku ji ber bombeyên napalmê yên Emerîkayê di reviya, piraniya laşê wê şewitî û şilfîtazî wêneyê wê hatibû girtin û bi vî wêneyî hem bûbû sembola şerê Vîetnamê, hem jî wekî sembola karesatên çekên kimyewî li cihanê deng vedabû.

Kîm Phuc niha 53 salî ye û weke qasida xêrxwaziyê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmên şer ji bo çareseriya arîşe û aloziyan dixebite. Kîm Phuc ji bo 50'em sala hûnerî ya hûnermend Zûlfû Lîvanelî ku hevalên nêzin û ew jî wekî Phuc demekê di Neteweyên Yekbûyî de xebitiye, hat Stenbolê.

Kîm Phuc di gel Lîvanelî li Stenbolê cihê teqînên 10ê Berçele ziyaret kirin ku di teqînê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 150 kes jî brîndar bûbûn. Kîm Phuc li cihê bûyerê pirsyarên K24ê bersivand.

Gava ji Kîm Phucê hat pirsîn ka wêneyên zarokên sembola şerê Sûriyê Alan Kurdî û Ûmranê dîtiye yan na; gelekî hestiyar bû û rondik ji çavan barî û got: "Dema min ew dîmen dîtin, di dilê min de birîneke kûr vebû. Ez gelekî pê xemgîn im û ji ber ku hertim zarok van êşên giran dikşînin, Ez gelekî pê di êşim. Tu gunhê zarokan nînin da ku bi karesatên bi wiha re rû bir û bimînin. Ez rizgar bûm, lê Alan û zarokên din rizgar nebûn. Ew zarok bila edî van êşan bi çavên xwe nebînin.”

Kîm Phucê derbarê komkujiya Helepçeyê de jî ku wekî komkujiya Vîetnamê bi çekên kimyewî hatibû kirin, wiha got: "Ez Helebçeyê jî dizanim. Karesateke gelekî bi êş û dramatîke.  Di wê komkujiyê de wan mirovên ku êş kişandine û ji hemû zarokan re sersaxiyê dixwazim. Ez hêvîdar im ku ev karesat careke din dubare nebin. Divê kuştina mirovan êdî raweste û şer bi dawî bibin."

Kîm Phucê di gel kesên pêşwazî lê kirî qerenfîl danî cihê bûyerê û hêrîşa bombeyî şermezar kir.