Avahiya HDPê li Bursayê hate şewitandin

Li bajarê Bursayê kesên nenas êrîşek birin ser baregeh Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hemû tiştên tê de şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Bursayê kesên nenas êrîşek birin ser baregeh Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hemû tiştên tê de şewitandin.

Hat zanîn ku, şeva borî êrîşkeran derî û pencereya baregeha HDPê li bajarê Bursayê şikandin û ketin nava wê û hemû tiştên di baregehê de şewitandin.

Piştî şewitandina baregehê jî êrîşker direvin û polîs û hêzên hawarhatinê digihin cihê bûyerê.

Di demeke kin de agir hat kontrolkirin û dever aram dibe, lê baregeha HDPê bi temamî dişewite û êdî bi kêrî bikaranînê nayê.

Piştî bûyerê lêkolînên li hemberî êrîşkeran hate destpêkirin.

Tê zanîn duh li bajarê Qeyseriyê jî teqînek rû da, piştî teqînê jî avahiya HDPê ji aliyê hin kesan ve hate şewitandin.