3 wezîrên derve yên Ewropî serdana Herêma Kurdistanê dikin

Sê wezîrên derve yên sê welatên Ewropî yên koma “Benelux” îro digihin Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sê wezîrên derve yên sê welatên Ewropî yên koma “Benelux” îro digihin Herêma Kurdistanê.

Wezîrên derve yên welatên Beneluxê ku ji (Holanda, Belçîka, Luksemburg) pêk tên, niha di serdana çend welatên navçê dikin, biryar e îro ew her sê wezîr bigihin Herêma Kurdistanê.

Ew her sê wezîrên derve duh li Imanê paytexa Urdinê ligel Wezîrê Derve yê Urdinê civiya bûn.

Armanca sereke ya vê serdanê ji welatên navçê û Herêma Kurdisanê re, pirsên koçber û penaberan û şerê DAIŞê ye.

Herwiha biryar e di vê serdanê de derbarê çawaniya alîkarkirina penaber û koçberên Herêma Kurdistanê bi berpirsên Herêma Kurdistanê re guftûgo bikin.