4 baregehên HDPê hatin şewtandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şeva derbasbûyî li bajarên Stenbol, Bursa, Kayserî û Kocaeli baregehên HDPê bi tevahiya kelûpelên di nava wan de hatin şewtandin.
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen, di konferaseke rojnamevanî de, wêneyên şewata baregehên xwe nîşan da û ragihand ku, hikûmeta Tirkiyê dixwaze xwe ji berpirsatiya rewşa niha bidize. Bîlgen got, ew êrîş li ber çavê polîsan çê bû, lê ji dêvla ku hikûmet êrîşkaran bigire, endamên HDPê digre.