Li Babê Leşkerekî Tirk hate kuştin

Li bajarê Babê ya bakurê rojhilatê Helebê, leşkerî Tirk hate kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Babê ya bakurê rojhilatê Helebê, leşkerî Tirk hate kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûne.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, di encama êrişeke li Babê de leşkerekî wan hatiye kuştin û 5 jî birîndar bûne. Birîndar jî bo nexweşxaneya bajarokê Kilîsê hatine vegyhastin.

Heta niha di operasyona Mertalên Firatê de zêdetirî 20 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Operasyona Mertala Firatê ya ku artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê di nava xaka Sûriyê de dane destpê kirin, di roja 118 de berdewam dike.