Kurdên Swêdê: Insiyatifa Serxwebûna Kurdistanê dan destpêkirin

Hejmarek rewşenbîrên Kurd ên Swêdê ji her çar perçeyên Kurdistanê, bi egera piştgîriya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê, xebateke sosyal-medya lidar xistin. Heta niha 790 kesan piştgirî dane insiyatifê, ku di nav wan de çendîn navên navdar ên Kurd li Swêdê û derve hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek rewşenbîrên Kurd ên Swêdê ji her çar perçeyên Kurdistanê, bi egera piştgîriya pêvajoya serxwebûna Kurdistanê, xebateke sosyal-medya lidar xistin. Heta niha 790 kesan piştgirî dane insiyatifê, ku di nav wan de çendîn navên navdar ên Kurd li Swêdê û derve hene.

Insiyatifgîran nameyek piştgiriyê arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kirine.

Ev jî naveroka nameyê ye:

Insiyatifa Serxwebûna Kurdistanê berdewam dike.

Serokê Herema Kurdistanê

Rewş û derfeta Iraqê, Rojhilata Navîn û cîhanê dest dide ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûna xwe gavê biavêje. Serxwebûna Kurdistanê mafekî rawa yê miletê me ye ku di dîrokê de tuşî gelek neheqiyan hatiye…

Çênabe ev rewşa dîrokî bibe qurbana hin problemên navxweyî. Em hêvî dikin ku hemmû aliyên sîyasî, olî û neteweyî, saziyen resmi û sivîl nakokiyên xwe deynin alîyekî û di vê prosesa serxwebûnê de hevûdu bigrin bi yek deng û yek helwest bin!

Serokê hêja, hêvî û armanca bi milyonan Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê ew e, ku Başûrê Kurdistanê bighîje serxwebûna xwe û ew ji bo tevayiya Kurdistanê bibe hêlîneke ewle!

Daxwaza me ew e ku, yekitiya herî berfireh a hemmû alî û hêzên Kurdistanê pêk bê û prosesa serxwebûnê bighijê encamekê. Bi awayekî aram û ewle gihîştina encamekî serkeftî ya prosesa serxwebûnê de rola we ya lihevanîn û pêşengiyê gellekî giring e.

Bila herkes zanibe ku di pêvajoya pîroz a serxwebûnê de, em ji dil û can bi we re ne!..

Ev jî linka îmzekirina Insiyatifê ye:

http://www.ipetitions.com/petition/insiyatifa-serxwebuna-kurdistane