Artêşa Tirkiyê riya Bab - Heleb kontrol kir

Artêşa Tirkiyê dibêje, wan riya di navbera Bab û Helebê de kontrol kirin. herwiha 6 leşkerên Tirkiyê jî birîndar.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê dibêje, wan riya di navbera Bab û Helebê de kontrol kirin. herwiha 6 leşkerên Tirkiyê jî birîndar.

Di çarçova operasyona Mertala Feratê  ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê û Artêşa tirkyê de, artêşa Tirkiyê ragihand, wê karî riya bilez ya di navbera herdu bajaran Bab û Helebê de kontrol bikin, herweha çiyayê Eqîl ji li rojavayê Babê kontrol bikin.

Bi piştevinya esmanî û ya bejayî ya artêşa Tirkyê ji hin hêzên opozîsyona Sûriyê re, operasyona Mertala Feratê di 24 Tebaxa îsal bi armanca kontrolkirina bajarokê Cerablusê destpê kir, li gor berpirsên Tirkiyê ewê di operasyonê de berdewam bin ta ku bajarên Bab û Minbicê jî kontrol bikin.